1. yek ji rêzefilmên netflix'ê ye. |
|
29.11.2019 00:59 ~01:00 |
brusk56
|
2. Rêzefîlma ku min hew sezona wê ya dawî temaşe kiriye. Ew jî wextê min nîne. Çîroka malbatekî qereçî ye , kevneşopên wan , zimanên wan û armancên wan hene. Tommy Shelbyê ku ne mezinê malê yê lê wek mezinê malê tê hesibandin ew û birayê xwe berê di nav şerekê de ji mirinê filitîne û dibêjin "Ev jiyana em anha dijîn ekstra ye. Em wê rojê li wir mirin" loma tu tişt li ber çavên wan nayên xuyan û ji bo dewlemend , xwedan hêz bin dikarin her tiştî bikin. |
|
29.11.2019 08:09 |
biaqila malê
|
3. Ji ber karakterê sereke (bnr: tommy shelby) ez ê dest pê cixarê bikim. |
|
29.11.2019 15:53 ~15:58 |
hesinkar
|
4. yek ji rêzefîlmên min ên favoriyê vê dema dawî ye. bênamûs hingî xweş cixare dişîne ji bela tommy shelby nikarim dev cixareyê berdim. bi mûzîk û lîstikvanî û aksiyona xwe fîlmekî xweş e û yên ku ji fîlmên weke godfather hez dikin teqez divê temaşe bikin. niha sezona dawî jî weşiya û li benda sezona nû me. |
|
06.12.2019 00:13 |
ceso
|
5. Min îro sezona 6. meyzand, beşa dawî de karî bûn, rêzefîlmê dawî bikin. Lê dîsa jî dûvdirêj dikin. Piştre dikutine senaryo ye (bnr: got). |
|
01.01.2020 23:10 |
merwano
|
6. rêzefîlmek gelek serkeftî ye. |
|
15.02.2020 12:32 |
brusk56
|
7. Rêzefîlma ku ji heyama piştî şerê yekemîn ê cîhanê heta qeyrana mezin behsa bilindbûna serokçeteyek birminghamî û têkoşanên siyasî yên brîtanya dike. |
|
21.05.2020 22:53 |
hespêsor
|
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20] |
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |